Wezîrê Karên Derve yê Îranê bal kişand ser bernameyên xwe jibo domandina muzakireyên navokî li Jinêvê û tekez kir ku ew ê bi destpêşxeriyên rastî beşdarê muzakireyan bibe.
Ebas Eraqçî derbara destûrkara Îranê li Jinêvê de li tora Xê nivîsî: Min bi Rafaêl Grosî, Ser-rêveberê Ajnasa Navdewletî ya Enerjiya Atomê re bona behsên deqîq ên teknîkî hevdîtin pêk anî û sibê jî ez ê bi Wezîrê Derve yê Omanê re wek mazûvanê vê dewra muzakireyan hevdîtinê pêk bînim.
Eraqçî bal kişand ser vê yekê ku ez bi destpêşxeriyên rastî ji bo lihevkirineke dadmendane û hevseng hatime Jinêvê û tekez kir: Tiştê ku qet di destûrkara me de nine, teslîmbûna li himber gefan e.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê jî got Tehran ji bo muzakirên navokî yên dadamendane amade ye ku hemû dilnigeraniyan çareser bike.
Elî Larîcanî her cure bersiveke nivîskî ji bo daxwazên Amerîkayê red kir û got: Tiştê ku qewimiye, hilêxistina bîr û rayan bûye ku hîn jî didome û welatên herêmê piştgirîyê didin bidestxistina çareseriyeke siyasî ji bo pirsgirêka navokî. Wî got ku Tehran muzakireyan erênî dinirxîne bi şertê ku ew dadmendane û maqûl bin û nebin amûrek ji bo paşdexistin an dasepandina pirsgirêkên derveyî çarçoveya navokî. Sekreterê Encumena Ewlehiya Neteweyî ya Îranê her wiha got ku Tehran çavdêriya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê di çarçoveya Peymana Berfirenekirina Çekên Navokî (NPT) qebûl dike. Wî got ku axaftina derbarê sekinandina tam a zengînkirina Oranîyomê da nerast e ji ber ku zansita navokî nikare ji babet siyasî ve were wêdebirin û Îranê hewcemendiyên pizişkî û lêkolînî yên rewa heye.
Sekinandina tam a zengînkirina Oranyomê bê wate ye. Me jibo hinek karûbaran hewcetî bi zengînkirinê heye. Me hejmareke zêde nexweşên penceşêrê hene û li Tehranê reaktorek heye ku divê hinek dermanan hilberîne û em hewcedarê Oranyoma sedî 20 zengînkirî ne.
Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê tekez kir: Îran ne bi dû şêrr e, lê ew naçe bin barê gefan û li ser du rêyên muzakire û pêşîlêgiritinê hesênb dike.
Your Comment